PKK: Têkoşîna topyekun mizginiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dide

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyekî nivîskî da û got:
“Bi têkoşîna qehremanî ya 51 salan partî, gerîla û gelê Newrozê afirand.
Têkoşîna topyekun a bi rûhê berxwedan û serkeftinê ji me re mizginiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dide.”
Girtiyên Pkk û Pajkê ji bo ‘yekîtiya neteweyî’ û ‘parastina hevpar’ bang kirin

Komîteya Rêveber a PKK’ê bi wesîleya Newrozê daxuyaniyekî nivîskî da.

Komîteya Rêveber a PKK’ê Newrozê ji gelê Kurd, jin û ciwanan, karker û kedkaran pîroz kir û ev tişt anî ziman:

“Rêber Apo wateya rast a Newrozê pêş xist. Bi vî re têkoşîna azadiyê destpê kir.Bi têkoşîna qehremanî ya 51 salan partî, gerîla û gelê Newrozê afirand.
Têkoşîna topyekun a bi rûhê berxwedan û serkeftinê ji me re mizginiya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dide.”

PKK: Em bang dikin agirê Newrozê hîn geştir bikin

Komîteya Rêveber a PKK’ê hêzên HPG û YJA-Star ku bi hewldanên mezin şerê azadiyê pêş dixin û têdikoşin silav kir û got:

“Gelê ku xwedî hêza gerîla ye teqeze dê bi kurahî xwe bi rêxistin bikin û têkoşîna azadiyê ya bê sekin bimeşinin.Eşkereye ku sekna gel, jin û ciwanên ku li ser vê esasê dibe fedayî û xwedî hişmendî têk naçe.”

Girtiyên PKK û PAJK ê ji bo ‘Yekîtiya Neteweyî’ û ‘Parastina Hevpar’ bang kirin

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê jî bi wesîleya Newrozê bang li gelê Kurd kirin ku bi ruhê ‘yekîtiya neteweyî’ û ‘parastina hevpar’ têbikoşe û serketinê misoger bike.

Di di despêka daxuyaniya Girtiyên PKK Û PAJK’ê de Newroza Rêber Apo hat pîroz kirin û wiha hat gotin:

“Em Newroza îsal bi berxwedaneke mezin pêşwazî dikin ku di dîroka mirovahiyê de xwedî cihekî mezin e û wateyeke mezin e.Newroz biryardariya azadî û serhildanê ya mezin a li dijî koletî, zilm û serîtewandinê ye. Di jiyana kolekirî û xiyanetê de nîşaneya îradeya azad e.”

Di dewama daxuyaniyê de bang li gelê Kurd hate kirin ku li hemberî PDK’ê ya ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê rê dide artêşa faşîst, helwesteke tund nîşan bide û hate gotin,

“Ji bo parastina yekîtiya neteweyî û global, ji bo avakirina Kurdistana azad û paqijkirina xaka Kurdistanê ji postalên qirêj ên mêtingeran, em bang li hêzên pêşmergeyan dikin ku bi ruhê parastina hevpar li gel gerîlayên leheng di heman eniyê de têbikoşin û serketinê misoger bikin.”

Ji NPG’ê Mizgîniya Newrozê: Derfetên me çêbûn ku SÎHA’yan bêbandor bikin

Back to top button