Li gundewarê Zirganê, Rêjîmê bersiv da û 3 çete hatin kuştin

Li gundewarên Zirganê bi bersivdayîn leşkerên Rêjîmê, 3 çeteyên Dewleta Tirk hatin kuştin.

Çavkaniyên leşkerî ji me re ragihand ku, Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê doh êvarî hewl da bi awayekî dizî êrîşî nuqteyên Artêşa Rêjîma Sûrî yên li gundên Til Werd û Rebîa yên Zirganê bikin..

Lê belê leşkeran bersiv da çeteyan û di encamê de, 3 çete hatin kuştin û hejmarek jî birîndar bûn..

Heman çavkaniyên da zanîn ku piştî bersivê çete neçar man paşede vekişin..

Leave a Reply

Back to top button