Selahaddîn Demîrtaş hat xelat kirin

Tifaqa Pêşverû ya Navneteweyî Hevserokê berê yê HDP’ê yê Selahaddîn Demîrtaş hêjayî xelata ‘Wêrekiya Siyasî’ ya 2019’an dît.

Tifaqa Pêşverû ya Navneteweyî ku navenda wê li Almanya ye û sîwana partiyên sosyalîst û demokrata civakî ya li 140 welatan e li paytexta Swêdê Stockholmê civîna xwe lidarxist û di cîvînê xelata îsal ya rêxistinê hate belavkirin.

Rêxistinê Hevserokê HDP’ê yê Berê Selahattîn Demîrtaş hêjayî xelata îsal a bi navê “werekiya siyasî” dît.

Ji ber ku Demîrtaş ji 6’ê Mijdara 2016’an ve li girtîgehê ye, li ser navê wî hevjîna wî Başak Demîrtaş xelata wî wergirt.

Parlamenterê HDP Hişyar Ozsoy jî peyama Demîrtaş xwend û bal kişand ser zilm û zordariya li ser gelê Kurd û HDP’ê got, “Eger hinek wêrekiya me hebe, em wê ji gelê xwe digirin. Emê li ber xwe bidin û bi her awayî serbikevin.”

Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hultqvîst jî di merasîmê de axivî û got, “Em piştgiriyê didin têkoşîna azadiyê ya Kurdan. Em dixwazin Demirtaş serbest were berdan. “

Leave a Reply

Back to top button