HRW bersiv da îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî “vegera dilxwazî”

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî “vegera dilxwazî” ya penaberên Sûriyê derewand û got; “Tirkiye bi zorê penaberan derbazî Sûriyê dike” Her wiha rêxistinê rewşên dermirovî yên li herêmên dagirkirî bi bîr xist û da zanîn binpêkirên hiqûqî dewam dikin.

“Tirkiye bi zorê penaberan derbazî Sûriyê dike”

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî HRW bi raporekê wiha bersiv da îdiayên dewleta Tirk a dagirker.

Û rêxistinê bal kişande li ser rewşa li herêmên Sûriyê yên di bin dagirkeriya wê û çeteyên wê de.

HRW: Tirkiye bi zorê penaberan derbasî Sûriyê dike

Di raporê de rêxistinê îdiayên dewleta Tirk ên têkildarî “vegera dilxwazî” ya penaberên Sûriyê derewand û wiha got:

Hêzên Tirk bi kêmanî ji sala 2017’an ve bi hezaran penaberên Sûriyeyî girtin.

Zorê li piraniya penaberan kirin ku belgeyên “vegera dilxwazî” îmze bikin û derbasî Sûriyê bibin.”

Raporê cih da nirxandinên Cîgirê Rêveberiya HRW’ê yê Rojhilata Navîn Adam Coogle ku dibêje: “Vegera dilxwazî” ku Tirkiye pêktîne, vegereke bi dare zorê ye.

Adam Coogle bi taybetî îşaret bi sûc û kirinên li Girê Spî ya dagirkirî jî dike û dibêje:

“Ji ber şert û mercên dervmirovî yên li Girê Spî gelek Sûriyeyî neçar dimînin birevin.”

Li gorî raporê, dewleta Tirk di navbera Kanûn û Çileya sala borî de 57 hezar û 519 Sûriyeyî û yên din derxistine derveyî sînor.

Ji vê hejmarê 16 hezar û 652 kes di deriyê Girê Spî re hatine derxistin.

HRW: Li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de binpêkirinên hiqûqî têne kirin

Di raporê de behsa tevlihevî û rewşên zehmet ên li Girê Spî jî hat kirin.

HRW da zanîn li herêmên di bin dagirkeriya Tirkiyê de binpêkirinên hiqûqî têne kirin û got:

“Ji ber ketina Tirkiye ya bi dirêjahiya 150 kîlometreyan di navbera parêzgehên Reqa û Hesekê de, bi sed hezaran kes koçber bûne û neçar man ji warê xwe bibin.”

Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navneteweyî-HRW’ê 29’ê Sibatê jî derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker de ku di navbera 5-10’ê Cotmeha 2023’yan de li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk anîbûn, raporek weşandibû.

Hatibû diyarkirin dewleta Tirk berpirsê sûcên hovane û sûcên şere ku çeteyên wê li herêmên di bin dagirkeriya wê de ye pêk tînin.

Back to top button