Gulîstan Yusif ku keça wê jî di berxwedana gireva birçîbûnê ya zindanan de ye, diyar kir ku ew bi keça xwe serbilind e û got:
“Keça min li ser doza Kurd hate girtin.
Divê hemû gelê me li Serok û çalakvanên li zindanan xwedî derbikevin.
Ew hêviyên me ne, divê em xwedî li dozê derbikevin.
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên bakurê Kurdistanê û Tirkiyê 127 rojin di greva birçîbûnê de ne.
Dîlgirtiyên azadiyê di daxwaza azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirskirêka Kurd de bi îsrarin.
Malbatên girtiyan jî, bi nêrîn û çalakiyan destekê didin zarokên xwe.
Malbatên ji Bakûr û Rojhilatê Suriyê yên ku zarokên wan di girtîgehên Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyê de ne, bi nêrîn û nirxandinên xwe destekê didin berxwedana zindanan.
Dakiya Gulîstan Yusif a ji bajarê Qamişlo jî destek da keça xwe ya ku ev 3 salin di girtîgehê de ye.
Gulîstan Yusif diyar kir ku dema keça wê hatiye girtin êşkence lê hatiye kirin û 2 salan di huceyek yek kesî de hatiye hiştin û got:
“Keça min niha li girtigêha Erziromê ye û tevlî gireva birçîbûnê bûye.
Dewleta Tirk ev 3 salin nahelê ku Leyla bi riya telefonê bi min re biaxive.
Heta niha tenê xwîşka Leyla ya li Ewropayê karîbûye pê re bi axive.”
Gulîstan anî ziman ku Leyla beriya 2 mehan bi xwîşka xwe re axiviyê û gotiye ew li gel hevalên xwe di greva birçîbûnê de ne û wiha domand:
“Leyla ji min re got ev 6 rojin ez di çalakiyê de me û hêviyên me xûrtin, pêşeroja me vekirîye, hûn jî bihêz bin.
Ez bi çalakiya keça xwe me serbilind im. ”
Gulîstan Yusif di dawiya axavtina xwe de wiha got:
“Divê hemû gelê me li Serok û çalakvanên li zindanan xwedî derbikevin.
Ew hêviyên me ne, divê em bi wan re bin, xwedî li dozê derbikevin.”