160 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji alîyê PDK’ê hatiye revandin

Ev 160 rojin PDK’ê Rojnamevan û edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed revandiye .
Tevî revandinê jî nahêle ne malbat û ne parêzer wî bibînin.

Silêman Ehmed di 1’ê Cotmehê de dakete Rojava û serdana malbata xwe ya li Helebê kir .

Di 25’ê Cotmehê dema xwest vegere Başûrê Kurdistanê li deriyê Sêmalka ji hêla hêzên PDK’ê ve hat revandin.

Asayîşa PDK’ê ya Dihukê piştî windabûna Silêman bi hefteyekê daxwiyaniyek da û ev agahî da:

“Revandina rojnamevan Silêman ne ji ber karê wî yê rojnamevaniyê ye .”

Ajansa Rojnewsê jî di 25’ê Çileyê de civîneke çapemeniyê li Silêmaniyê li dar xistibû.

Asajnsê diyar kiribû ku ev kiryara PDK’ê nîşaneyek metirsîdar û tolhildana siyasî ye.”

159 rojin agahî ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button