Îro Roja Pirtûkên Zarokan a Cîhanê ye.Bi şoreşa rojava re jî îro zarokên kurd bi zimanê xwe pirtûkan dixwînin.
Têkildarî vê rojê Helbestvan, çîroknivîs û nivîskarê lîstikên şanoyê bi zimanê Kurdî Alan Ebdullah axivî.
Alan Ebdullah ku bi xwe qamişlo ye derbarê xwendina pirtûkan û karê ku pêradibe ev agahî da:
” Em beriya şoreşê ji nivîsandina zimanê xwe û xwendina bi kurdî bêpar mabûn.
Ez bi rêka kovara mizgîn ku ji bo zarokan tê çapkirin fêrî ziman û wêjeya kurdî bûm.
îro ez jî bi rêka vê kovarê nifşa nû perwerde dikim”
Alan ji bo nifşa nû balkişand li ser xebatên wêjeya zarokan û ev bang kir:
“Ji gelek salan ve ji ber paşguhkirina fikrî, çandî û wêjeyî me gelek zehmetî kişandin.
Ji bo avakirima civakê di aliyên fikrî, çandî û wêjeyî de pêwîstiya me bi wêjeya zarokan heye.
Divê em di vê qadê de hîn zêde xebat bimeşînin da ku wêjeya zarokan a kurdî pêşbixin.”
Hêjayê bibîrxistinêye 2’ê Nîsana1967’an ku roja rojbûna wêjevanê danmarkî Hans Andersen weke roja pirtûkên zaroka ên cîhanî hatiye qebûlkirin.