161 Rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.Ji wê demê ta niha PDK’ê li ser sûc û kiryarên xwe bêdenge.
Rojnamevan û edîtorê beşa Erebî yê ajansa Rojnews’ê Silêman Ehmed, ji aliyê PDK’ê ve li ser sînorê Sêmalka hat revandin û heta niha agahî jê tune.
Piştî revandina Silêman Ehmed PDK’ê bi daxuyaniyekê ne rast gefa cezakirinê li wî xwar.
Ajansa Rojnews’ê jî van towanên nerast yên PDK’ê şermezar kir û banga serbestberdan wî kir.
Parêzerê Silêman Ehmed Nerîman Ehmed, diyar kir ku PDK’ê rê nade ne pêrêzer û ne malbatê ku hevdîtinê li gel bikin.
Her ku diçe guman û xeteriya li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Ajansa Rojnews’ê anî ziman PDK’ê ji jiyan û ewlehiya Silêman Ehmed perpirse.
160 rojin rojnamevan Silêman Ehmed ji alîyê PDK’ê hatiye revandin