Suleyman Salgucak: Biaxive hûn ji ku ne?

Xelkê Şirnexê di hilbijartinan de bi ser ket lê bi rêya veguhastina bi hezaran leşker û polîsan vîna gel hate xespkirin.

Di roja hilbijartinan de welatiyê bi navê Suleyman Salgucak 61 salî ji bo hîn bibe bê ka ev leşker ji ku hatine pirsa “Biaxive, hûn ji ku ne?” ji leşkeran dikir.

Ew dîmenên behsa xeberê, bû sembola berteka li dijî “hilbijêrên” veguhestî.

Dîmenên kêliya ku leşker û polîs ji bo dengdayînê anîn ser sindoqan hatin qeydkirin.

Suleyman Salgucak: Divê li Şirnexê ji nû ve hilbijartin bê lidarxistin

Suleyman Salgucak derbarê bûyera anîn leşkeran li ser sindoqan de axivî û got.

“Anîn leşkeran ji “rewşa ji tayînkirina qeyûman xerabtir” nirxand.

Xelkê Şirnexê bi ser ket. Tiştê ku wan kirî tenê dizîna îradeya gel e.

Ji tirsan nedikariyan biaxivin.

Ne ku ji min ditirsiyan, ji ber ku ji kesên ew anîbûn ditirsiyan lewma niediaxiviyan.”

Suleyman Salgucak di dawiyê de dyarkir ku ew weke Şirnexê sekneke xurt li hember vê diziyê raberkirine û daxwaz kir ku hilbijartina Şirnexê ji nû ve bê lidarxistin.

Mafên Abdullah Zeydan ê hilbijartinê ji destê wî hat girtin

Back to top button