SOHR: Îran êrîşî baregeha El-Tenef a Amerîkayê kir

Piştî êrîşa konsolosxaneya Îranê ya Şamê ku 2 jê fermandar 7 pasdarên Îranê jî di nav de 11 kes mirin, komên çekdar ên alîgirên Îranê êrîşî baregeha El-Tenef a Amerîkayê kirin.
SOHR’ê derbarê êrîşê de agahî parve kir û diyar kir ku hêzên parastina bejahî ya li baregeha El-Tenefê, li herêma El-Ketîba ku 4 kîlometir dûrî baregehê ye droneke kamîkaze xistin xwarê.
Her wiha Îsraîl baregeha leşkerî ya li Derayê ji ber êrîşa moşekî ya li ser Golanê kir armanc.

Çavderiya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku komên çekdar ên alîgirên Îranê li dijî baregeha El-Tenef a Amerîkayê bi dronan êrîş pêk anî.

SOHR’ê balkişand li ser êrîşên Îsraîlê ya li ser konsolosxaneya Îranê ya Şamê.

Çavdêriyê diyar kir ku ew êrîşa li ser baregeha El-Tenef a Amerîkayê piştî armanckirina konsolosxaneyê pêk hatiye.

Di daxuyaniya SOHR’ê de wiha hat gotin:

“Hêzên parastina bejahî ya li baregeha El-Tenefê, li herêma El-Ketîba ku 4 kîlometir dûrî baregehê ye droneke kamîkaze xistin xwarê.”

Îsraîlê baregeha leşkerî ya Dera’yê kir armanc

Îsraîl baregeha leşkerî ya li Derayê ji ber êrîşa mûşekî ya li ser Golanê kir armanc.

Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Îsraîl li bejahiya Deraayê navendeke leşkerî kir armanc li hember avêtina mûşekan bo ser Golanê.

Ajansa Nûçeyan a Cîhanî ya Erebî (AWP) ragihand ku bombebarana mûşekî ya Israîlî navçeyeke leşkerî li nêzîkî gundê Maariya li devera Hewzeya Yermûkê li gundewarê rojavayê parêzgeha Dera kir armanc,

Her wiha Ajansê diyar kir ku heta niha derbarê ziyanên mirovî de ti agahî nehatine bidestxistin.

Malpera nûçeyan a Îsraîlî Yinet ragihandibû ku li herêma Golanê sîrenên hişyariya êrîşeke muhtemel didin.

Back to top button