Erîşa Îsraîlê ya li ser Konsolosxaneya Îranê

Bertekên li dijî êrîşa Îsraîlê ya li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê didomin.
Ji hêla rayedarên Îranê û her wiha Rûsyayê ve daxuyaniyek hat dayîn û êrîş hat şermezarkirin.
Îranê ragihand ku dê bersivên pêwîst bidin Îsraîlê.
Li aliyê din jî Îsraîlê daxwaz ji balyozxaneyên xwe yê li cîhanê kir ku tedbîrên ewlehiyê zêde bikin.

Îsraîlê doh li ser beşeke ji Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê êrîşa hewayî pêk anî.

Di vê êrîşê de 2 jê fermandar 7 pasdarên Îranê jî di nav de 11 kes mirin.

Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê derbarê êrîşê de daxuyaniyek da û di êrîşê de navê fermandarên hatiye kuştin parve kir.

Artêşa Îranê ragihand ku Fermandarê Hêzên Qudsê ya li Sûriyê û Lubnanê Mihemed Riza Zahidi, alîkarê wî Mihemed Hadî Rahîmî hatiye kuştin.

Her wiha ji ber êrîşa Îsraîlê Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Îranê civiyan.

Di civînê de hat ragihandin têkîldarî êrîşê biryarên pêwîst hatiye girtin.

Îran: Me peyamek girîng ji Amerîkayê re şand

Li aliyê din Wezîrê Karên Derve yê Îranê Hisên Emir Abdullahiyan li ser êrîşa navborî daxuyaniyek da.

Hisên Emîr-Abdullahiyan diyar kir ku ew peyamek girîng ji Amerîkayê re şandine.

Abdullahiyan anî ziman ev peymanan ku naveroka wê nehate eşkerekirin di dema civîneke li Wezareta Karên Derve de ji ‘rayedarekî li sefaretxaneya bilind a Swîsreyê’ re hatiye şandin.

Wezîrê Karên Derve yê Îranê destnîşan kir ku Amerîka piştevanê rejîma Siyonîste û li ser êrîşê berpirsyar e.

Serokkomarê Îranê: Êrîşa Îsraîlê ya li Şamê bê bersiv namîne

Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî jî anî ziman ku ew ê bersiva êrîşa hewayî ya Îsraîlê ya li dijî avahiya konsolosxaneya Îranê ya li Şamê bidin.

Îbrahîm Reîsî got:

“Rejîma siyonîst (Îsraîl) ku nekarî îradeya eniya berxwedanê têk bibe, ji bo xwe xilas bike dîsa suîkastên kor xist rojeva xwe.

Divê baş bizane ku ew ê tu carî negihêje armancên xwe û ev sûcê tirsonek dê bêbersiv bimîne.”

Rûsya êrîşa li ser Konsolosxaneya Îranê şermezar kir

Wezareta Karên Derve yê Rûsyayê êrîşa li ser Konsolosxaneya Îranê ya li Şamê şermezar kir.

Wezaretê êrîşê weke “nayê qebulkirin” bi nav kir û artêşa Îsraîlê ji vê êrîşê berpirsyar dît.

Îsraîl: Divê balyozxaneyên me tedbîrên ewlehiyê zêde bikin

Her wiha medya Îsraîlî ragihand ku Îsraîl ji balyozxaneyên xwe ya li cîhanê xwest ku tedbîrên ewlekarîyê xurt bikin.

Rayedaran ji dîplomatan xwest ku tedbîrên pêşîlêgirtinê bigirin û di dema operasyonên asayî de baldar bin.

Di êrişa Îsraîlê ya li dijî Şamê de 8 berpirsên Îranî hatin kuştin

Back to top button