Balafir êrîşî gundê Qirinfil yê Girê Spî kir, 2 sivîl jiyana xwe ji dest da

Berxwedana Rûmetê di roja 43’yan de ye. Dewleta tirk a dagirker bi balefirên bê mirov êrîşî gundê Qirinfîl yê Eyn Îsayê kir. 2 kesan jiyana xwe ji dest da 3 kes jî birîndar bûn.
Balafirên keşfê yên Tirk li gundê Qirinfilê yê Girê Spî wesyîteke ku 5 kes lê bûn, kir hedef.

Di encamê de şêniyê binavê Hecî Mihemed û Nîzam Mehmûd Fetûh jiyana xwe ji dest dan û 3 kes jî birîndar bûn.

Birîndar ji bo nexweşxaneya Kobanê hatin veguhestin.

Bijîşkên nexweşxaneya Kobanê jî ji mere dan zanîn ku ji ber rewşa 2 birîndaran girane ew ji bo nexweşxaneya Minbicê veguhestine.

Her wiha artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo herêmên nû li dagirkeriya xwe zêde bike îro êvarê êrîşî gundê Babilxêr ya Zirganê kirin.

Piştî êrîşê di saetên li herêmê şerekî dijwar qewimî, lê encama wê nehate zanîn.

Li aliyeke din dewleta Tirk a dagirker plana guhertina demografiyê bi lez û bez dixe piratîkê.

Piştî ku şêniyên resen yên Girê Spî koçberkirin, malbatên çeteyan li malên wan bicih dike.

Leave a Reply

Back to top button