Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe gundên Minbicê topbaran kirin.
Ji ber topbaranê agir bi zeviyên çandiniyê ketiye.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji baregehên xwe yê Şêx Nasir, El Kirêdiye û El Beraziye gundewarên bajarê Minbic topbaran kirin.
Li gorî Meclisa Leşkerî ya Minbicê, bidehan top li gundê El Kawkilî, Qert Wêran û Kor Hiyok ketine.
Di topbarana li ser gundê Kor Hiyok de agir bi zeviyên çandiniyê ketiye û şewat hîna nehatiye temirandin.