Li Qamişloyê cenazeyê jinekê hate dîtin

Cenazeyê jinekê di maleke terikirî de li kolana Quwetlî ya bajarê Qamişloyê hat dîtin.

Hêzên Têkoşîna li dijî Sûcan, berê xwe dane cihê bûyer lê belê cenaze rizî bû.

Li gorî çavkaniyeke Hêzên Ewlekariya Hundirîn, heta niha nasname û temenê jina mirî nehatiye zanîn û hêzên têkildar dest bi xebatên lêgerînê kir.

Beriya vê bûyerê jî li gundê gurkund yê girêdayî Dirbêsiyê jinek di mala xwe de kuştî hat dîtin.

Back to top button