Li 7 bajarokên Hesekê pêşhilbijartinên namzedên jin

Kongra Star a bajarê Hesekê li 7 bajarokan dest bi pêhilbijartina namzedên jin ên hevşaredariyê kir.
Her wiha Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Firatê jî lîjneya komîseriya bilind a hilbijartinan a kantonê ava kir.
Lîjne ji 8 endaman pêk tê.

Li gorî nexşeya nû ya Herema Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek guhertin hatin çêkirin.

Di hundirê kantona Cizîrê de ji xeynî bajarên mezin ên Hesekê û Qamişlo, 15 bajar û 40 bajarok hatin sazkirin.

Kongra Star li 7 bajarokên ku nû hatine avakirin dest bi pêşhilbijartinên namzedên jin ên hevşaredariyan kir ew jî evin:

Şaredariya Qibûr Qerajna ya girêdayî Til Temirê, bajaroka Herîrî ya girêdayî Şedadê, Til Tewîl û Red Şegra, Em Midfa, Mergeda û Mexrûm a girêdayî bajarê Hesekê ne.

Zozan Bekir: Em bi van hilbijartinan bûn xwedî destkeftiyek nû

Berdevka Kongra Star Zozan Bekir derbarê hilbijartin û pêşhilbijartinan de axivî.

Zozan Bekir diyar kir ku tevger û rêxistinên jinan di nava xebatan de ne û got êdî xebatên lidarxistina hilbijartinên navxweyî yên şaredariyan rojeva me ya sereke ye.

Zozan Bekir ev pêşhilbijartin bi yek ji destkeftiyên şoreşa jinan bi nav kir .

Zozan Bekir da zanîn ku jinan nûnerên xwe bi vîneke azad hilbijartine.

Zozan Bekir balkişand ser herêmên ku ji çeteyên DAIŞ’ê hatin rizgarkirin û destnîşan kir ku wê jinên van herêman bi pêşengiya Kombûna Jinan a Zenûbiya avakirina şaredariyên demokratîk bikin.

Berdevka Kongra Star Zozan Bekir diyar kir ku hilbijartinên 30’ê Gulanê dê bi xwe re vîna jin, ciwan û gel nîşan bide.

Back to top button