Li Derayê teqîn: 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Li Derayê di encam teqînan de, 2 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li aliyekî din, çeteyên ku dewleta Tirk şandin Nîjerê mirî vedigerin herêmên dagirkirîn.
Herî dawî 4 cenazeyên çeteyên Sûrî ku li Nîjerê hatin kuştin vegeriyan herêmê.

Li parêzgeha Dera tevî ‘çareserkirina rewşê’ hîn jî şer, êriş û kuştin bi dawî nebûye.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li ser rêya bajarê Hare û bajarokê Zemrîn ê bakurê Derayê 2 erebeyên hêzên hikumeta Şamê teqiyan.

Di encamê de 2 leşker hatine kuştin û 2 jî birîndar bûne.

Hate ragihandin ku kesên nenas bombe di her du erebeyan de bi cih kirine.

Çavdêriyê da zanîn ku bi vê daneyê re hejmara kesên ji destpêka salê ve li herêmê hatine kuştin derket 148’an.

Çeteyên ku Tirkiyê dişîne Nîjerê mirî li Sûriyê vedigerin

Şandina çeteyên Sûrî ji aliyê dewlet Tirk a dagirker ve bo welatên din da ku terora xwe belav bike zêdetir dibe.

Dewleta Tirk piştî Lîbiya û Qerebaxê, niha berê van çeteyan dide Nîjerê.

Dewleta dagirker van çeteyan li herêmên dagirkirîn perwerde dike, amde dike û wan dişîne Nîjerê.

Herî dawî nêzîkî 550 çete ji “Firqet Siltam Murad”, “Firqet Silêman Şah” û “El-Emşat” li beramberî 1,500 dolarên Amerîkî berê xwe dan wî welatî.

Niha jî ew çete mirî bi ser welat û malbatên xwe de vedigerin.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku 4 cenazeyên çeteyên Sûrî ku li Nîjerê hatinbûn kuştin vegeriyan herêmên dagirkirî.

Her wiha dewleta Tirk jî perên wan ya mehen ku 1500 dolarên amerîkî diyar kiribû, tenê 1250 dolarî dide wan.

Back to top button