Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re aştî ya Îngilîstanê nameyek ji CPT re şand

Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî ya Îngilîstanê nameyek ji CPT’yê re şand û jê xwest ku bi lez şandeyekê bişîne Girava Îmraliyê.
Di nameyê de hat diyar kirin Rêber Apo nûnerê milyonan Kurdan e û agahînegirtina wî ji bo gelê Kurd mijareke heses e.
Lewra bang û daxwaz ji CPT hat kirin ku demildest şandeyek bişîne grava Îmraliyê û fikarên heyî ji holê rake.

Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî ya Îngilîstanê ku ji parlamenter, endamên sendîkayan, akademîsyen, parêzer, lord û rewşenbîran pêk tê ji bo tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî bibe nameyeke hevpar nivîsand:

Name ji Serokê CPT’ê Mîtchell re hate şandin û tê de banga şandina bi lez şandeyekê li Girava Îmraliyê hat kirin.

Di nameyê de banga “Berpirsyariyên xwe demildest bi cih bînin” hate kirin û hat xwestin ku ji bo Rêber Abdullah Ocalan demildest bikevin nav liv û tevgerê

Hate destnîşankirin ku ‘Rêber Abdullah Ocalan ê ku ji aliyê bi milyonan Kurdan ve weke nûnerê wan ê siyasî tê dîtin, ev 3 salin ji aliyê dewleta Tirk ve li girava Îmraliyê tê ragirtin û bi ti rengî destûr nayê dayîn ku peywendî pê re bê çêkirin.

Di vê çarçoveyê de hat gotin, bi vê tecrîda dermirovî û derqanûnî têkîliya Rêber Apo a bi malbat û parêzeran re di nava valatiyeke “îzolasyonê” de hatiye hiştin’.

“Divê CPT bi lez şandeyekê bişîne Îmraliyê”

Di dewama nameya ku ji Serokê CPT’ê Mîtchell re hatî şandin de, hat diyar kirin ev reş ji bo Kurdan mijareke hesase û wiha hat gotin:

“Ji ber van sedeman, em ji we daxwaz dikin ku weke CPT demildest bikevin tevgerê, encex bi vî rengî wê tirs û fikarên me derbas bibin. Weke CPT mafê we heye ku hûn serdana hemû cihên girtinê yên dewletên ku aliyê peymanê ne bikin û Tirkiye jî di nav van dewletan de ye. Dewleta Tirk xwedî wê berpirsyariyê ye ku destûrê bide we ku serdana Birêz Ocalan bikin û bi rengekî taybet pê re hevdîtinê bikin.”

Înîsiyatîfa ji Kurdistanê re Aştî ya Îngilîstanê di dawiya nameyê de bi bîr xist ku CPT divê li gorî madeya 3’yemîn a peymana Konseya Ewropayê tevbigere û got:

Divê ji bo kontrolkirina tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan şandeyek bişînin Girava Îmraliyê.

Back to top button