Cezayê qedexeya hevdîtinê ya li ser Rêber Apo

Serokatiya Lijneya Disiplînê ya dewleta Tirk a dagirker bi hinceta “cezayê disiplînê” 3 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtinê bi Rêber Apo re ragihand.
Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan derbarê vê yekê de daxuyaniyek da û got:”Em daxwaz dikin ku rêxistin û saziyên mafên mirovan ên cîhanî û navneteweyî, Tirkiye neçar bikin ku polîtîkaya tinekirinê rake, tecrîda mutleq a li ser Rêber Ocalan bi dawî bike.”

Dewleta Tirk nîşaneya kîn û faşîzma xwe ya li dijî Kurdan nû dike.

Serokatiya Lijneya Disiplînê ya dewleta Tirk a dagirker bi hinceta “cezayê disiplînê” 3 mehên din jî cezayê qedexekirina hevdîtinê bi Rêber Apo re ragihand.

Însiyatîfa Sûriyê ya ji bo azadiya Rêber Ocalan derbarê vê yekê de daxuyaniyek da.

“Em daxwaz dikin ku heyeteke bibandor bişînin girtîgeha Îmraliyê”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku dewleta tirk hemû qanûn û zagonên mafên mirovan binpê dike û wiha hat gotin:

“Dewleta Tirk guh nade daxwaz û bangên gelên azadîxwaz û demokrat.

Ev reftar û kiryara ku rasterast metirsiyek e li ser ewlekarî û aramiya Rojhilata Navîn bi taybetî û ji bo cîhanê bi giştî.

Dewleta Tirk bi binpêkirinên xwe yên dijmirovî û neexlaqî yên li dijî rêber, fîlozof û ramanwer Ocalan, bi tinekirina vîna wî dixwaze îradeya Kurdan tine bike.

Em daxwaz dikin ku rola rêxistin û saziyên mafên mirovan ên cîhanî û navneteweyî bê aktîvkirin, Tirkiye neçar bikin ku polîtîkaya tinekirinê rake, tecrîda mutleq a li ser Rêber Ocalan bi dawî bike.

Her wiha em daxwaz dikin ku heyeteke bibandor û girîng bişînin girtîgeha Îmraliyê.”

“Bi têkoşînê wê hemû planên êrîşkar ên dewleta Tirk bên pûçkirin”

Di dawiya daxuyniyê de ev bang hat kirin:

“Em bang li gelê Kurdistanê û hemû gelên azadîxwaz û welatparêzên Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî van pêkanînan û li dijî zîhniyeta tinekirin û dûrxistinê ya dewleta Tirk bertek nîşan bidin.

Bi têkoşînê wê hemû planên êrîşkar ên dewleta Tirk bên pûçkirin.”

Newroz Ûysal: Kiryarên şewitandina înfazê xwe dispêre pergala li Îmraliyê

 

 

Back to top button