Komîsyonê Amadekariyên ji bo Hilbijartina Başûrê Kurdistanê sekinand

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî ragihand, piştî biryara Dadgeha Federal a Iraqê, wan bi awayek demkî heta bi encambûna giliyê ku li ser hilbijartinê hatiye kirin, biryara sekinandina karûbarên hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê dane.

Cumane Xelayî diyarkir heta ku giliyê li ser hilbijartinê hatiye kirin bi encam bibe, wan hemû karûbarên ji bo hilbijartina Başûrê Kurdistanê dane sekinandin.

Roja 6’ê Gulanê serokê hikûmeta demborî ya Başûrê Kurdistanê Mesrur Barzanî li Dadgeha Federal a Iraqê gilî tomar kiribû.

Mesrur Berzanî xwestibû ku karûbarên ji bo hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê were sekinandin.

Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî ragahan ku karê hilbijartinan wê were sekinandin ta ku doza Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê ya demborî bi encam dibe.

Hewldanên PDK’ê yên ji bo Paşxistina Hilbijartinê: Trafîka Dîplomasiyê û îlankirina şer!

Back to top button