Li Kantona Firatê Lîjneya Hilbijartinan hat avakirin

Ji bo hilbijartinan Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Firatê lîjneya komîseriya bilind a hilbijartinan kantonê ava kir.
Ev lîjne ji 8 endaman pêk tê.

Li gorî endama Komîseriya Bilind a Hilbijartinan a kantona Firatê Newroz Elî, di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyan de ku çaverê ye 30’ê Gulanê dest pê bikin, lîjneya komîseriya bilind a hilbijartinan a kantona Firatê hate avakirin.

Beriya wê jî 5 lîjne ji aliyê Meclisên Gelan ên Demokratîk ên Tebqa, Reqa, Dêra Zor, Cizîr, û Minbicê ve hatin avakirin.

Back to top button