Bêtirî 2 salane ku hilbijartinên parlementoya Başûr tê taloqkirin

Çav li rêye ku di 10’ê Hezîrana 2024’an de li Başûrê Kurdistanê hilbijartina parlementoyê were lidarxistin.
Lê duh Dadgeha Federal ya Iraqê ragihand ku wan li gor fermaneke dewletê biryara erêkirina lîsteyên namzetan bo hilbijartinê rawestandiye.
Piştî vê Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî biryara sekinandina karûbarên hilbijartinê da.
YNK’ê têkîldarî biryara Komîsyonê daxuyaniyek da û got: “Em vê biryarê red dikin.”

Bêtirî 2 salane ku ji bo hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê pêkbê, biryar têne girtin.

Serokê Hikumeta Başûrê Kurdistanê yê demborî Nêçîrvan Barzanî bi xwe jî 4 caran biryara hilbijartinê da û roj diyarkir.

Lê heta niha jî ev hilbijartin pêknehatiye û hertim ji ber nakokiyên di navbera aliyên siyasî, destwerdana welatên derve tê taloqkirin.

Niha jî çav li rêye ku di 10’ê Hezîrana 2024’an de hilbijartin were lidarxistin.

PDK ji bo paşxistina hilbijartinê derî bi derî digere

Lê PDK’ya ku ji encamên hilbijartinê ditirse ji bo paşxistina dema hilbijartinê derî bi derî digere.

Di demdekî de ku Nêçîrvan Barzanî li Îranê bû Mesrûr Barzanî jî ji bo paşxistina dema hilbijartinê li Dadgeha Federal ya Iraqê gilî tomar kir.

Mesrur Barzanî di giliyê de xwestibû ku karûbarên ji bo hilbijartina dema şeşem a parlementoya Başûrê Kurdistanê were sekinandin.

Dadgeha Federal ya Iraqê: Me lîsteyên namzetan ji bo hilbijartinê rawestandiye

Duh Dadgeha Federal ya Iraqê ragihand ku wan li gor fermaneke dewletê biryara erêkirina lîsteyên namzetan bo hilbijartinê rawestandiye.

Li gorî biryarê wê ev mijare rawestandiyî bimîne ta ku doza Mesrûr Barzanî bi encam dibe.

Komîsyona hilbijartinê:Biryara sekinandina karûbarên hilbijartinê hatiye dayîn

Piştî vê biryara dadgehê, daxuyaniyek jî ji Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê Cumane Xelayî hat.

Cumane Xelayî ragihand, piştî biryara Dadgehê wan bi awayek demkî heta bi encambûna giliyê ku li ser hilbijartinê hatiye kirin, biryara sekinandina karûbarên hilbijartinê dane.

YNK’ê biryara komîsyona hilbijartinê red kir

Piştî vê biryarê Navenda Karûbarên Yasayî ya YNK’ê daxuyaniyek da.

Li gorî daxuyaniyê YNK’ê biryara Komîsyona Hilbijartinên Iraqê ya di derbarê sekinandina karûbarên ji bo hilbijartinê de red kiriye.

YNK’ê diyarkir ku biryara Dadgehê li ser çawaniya dabeşkirina kursiyên parlementoyê ya bi ser bazinên hibijartinê de ye, hemû karûbarên hilbijartinê nagire nava xwe.

Back to top button