HDP’ê jî li dijî darbeya siyasî ya li dijî vîna gel bertekên tund nîşan dan..
Hevserokên Giştî yên HDP’ê Pervîn Buldan û Sezaî Temellî li dijî vê darbeyê axivîn.
Hevserokên Giştî yên HDP’ê gotin:
Em bang li raya gişti dikin li her derê dengê xwe bilind bikin, û helwesta xwe nîşan bidin.
Wezîrê Karên Hundir 19’ê Tebaxê, qeyûm erekdarî şaredariya Bajarê Mezin ên Wan, Amed û Mêrdînê kirin.
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî û hemû Hevşaredarên HDP’ê yên Amedê, parlamenter û rêveberên HDP’ê bi armanca erkdarkirina Qeyûman şermezar bikin, xwestin li pêşiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.
Piştî girse li pêş şaredariyê kom bûn, polîsan mudaxaleyî girseyê kir.
Temellî, diyar kir ku li vir îradeya gel tê tecrîdkirin û wiha got:
“Li vir zilm û zordarî heye.
Li vir qeyûm heye. Hûn li vir wêneyê bloka AKP-MHP’ê ya faşîst dibînin.
Bi faşîzmê re li hevhatin nabe. Em tu carî bi faşîzmê re li hev nayên.
Li cihê faşîzm lê hebe emê li ber xwe bidin.
Em ê li vina xwe, li şaredariya xwe û li welatê xwe yê hevpar xwedî derkevin.
Êrîşa li dijî azadî, demokrasî û têkoşîna gelê Kurd em tu carî qebûl nakin.
PERVÎN BULDAN:EM HIŞMENDIYA QEYÛM QEBÛL NAKIN
Her wiha Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervin Buldan, bi heman armancê li avahiya HDP’ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist.
Buldan got:
“Dîroka Komara Tirkiye bi darbeyan tije bûye.
Gelê Tirkiyê ji ber van darbeyan zor û zahmetiyên mezin dîtine. Ev dizî ye.
Hikumeta AKP’ê dixwaze bi van polîtîkayan ser krîza xwe ya aborî, civakî û derve veşêre.
Em hişmendiya qeyûm qebûl nakin. Em ê li dijî vê hişmendiyê têkoşîna demokratîk pêş bixin.”
Pervîn Buldan, bang li Serokê Giştî yê CHP’ê Kemal Kiliçdaroglu jî kir û got:
“Tişta îro li me dikin wê sibê li we bikin.
Li hemberî vê yekê bêdeng nemînin.”