Bafil Talebanî: Divê hilbijartin di dema xwe de bên kirine

Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Waşingtonê li gel endamê komîteya derve ya civata nûneran (Demokrat) Kongresman Brad Schneider civiya.

Di civîna navbera aliyan de îşaret bi dewamiya hewlên navnetewî ji bo parastina aramî û asayîşa deverê hate kirin.

Bafil Talebanî ragihand, dewama diyaloga berpirsane di navbera hêzên siyasî yên Herêma Başûrê Kurdistanê û Iraqê de, faktora sereke ye ji bo bidestxistina aramiyê ye.

Mijara teror û dewamiya alîkariyan ji bo hêzên Pêşmerge jî mijareke dinê hevdîtinê bû û derbarê vê yekê de Talebabanî got:

“Em tekezî li ser çaksazî û yekxistina hêzên Pêşmerge di nava hêzeke niştimanî û netewî de dikin.

Serok Bafil balkişand li ser parastina mafên destûrî yên gelê Kurd li Iraqê û careke din teqezî li ser lidarxistina hilbijartina parlamentoyê di dema xwe de kir.

Back to top button