Dewleta Tirk a dagirker di wextekî ku çinîna li ser herêmê despê kiriye de, bi çekên giran herêmê topbaran dike.
Li Şehbayê di encama topbaranê de zeviyek şewitî.
Dewleta Tirk a dagirker duh bi şev gundên Imhûşê, Minx, Radar û Hilîsa yên Şehbayê topbaran kirin.
Guleyeke obîsan ku nava gundê Imhûş ketiye, hîna neteqiye.
Di encama topbaranê de zêviyeke welatiyekî jî hate şewitandin.
Şêniyên gundê Imhûş jî dibêjin , topbaranên dewleta Tirk ên rojane ji bo wan metirsiyan çêdikin.
Her wiha ji ber topbarana dewleta Tirk zêviya wan şewitiye.