NATO îro civîneke awarte li dar dixe

Piştî kuştina fermandarê Feyleq el-Quds Qasim Suleymanî li ser destê Emerîka, NATO dê civîneke awarte li dar bixîne.

Sekreterê giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg banga lidarxistina civîneke awarte kir da rûdanên herî dawî yên Rojhilata Navîn, giftûgo bikin.

Li gorî agahiyan, ev civîn dê îro li Bruksulê were lidarxistin.

Şemiya borî jî, NATO misyona xwe ya perwerdekirina leşkerên Iraqê rawestandin, ango piştî kuştina Suleymanî.

Leave a Reply

Back to top button