Li Qamişlo Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi şahiyekê dîwana helbestvanê Kurd Melevan Resûl îmze kir.
Şahiya îmzekirinê li Parka Xwendinê ya bajarê Qamişlo li dar ket.
Di şahiyê de bi dehan helbestvan û nivîskarên kantonê beşdar bûn.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê Ebûd Mexso bixêrhatina beşdaran kir û li ser têkoşîna helbestvan Melevan Resûl û rola wî di pêşxistina helbest û wêjeya Kurdî de bi giştî axivî.
Piştre helbestvanên beşdar helbest xwendin, dîwan hat îmzekirin û li beşdaran hat belavkirin.
Dîwan bi navê Pîdar e.
Dîwan ji nivîsandina nivîskar û helbestvanê Kurd Melevan Resûl e û ji 415 helbestan pêk tê.