Li kantona Firatê konferansa ‘Rêbertî û Ciwan’ hat lidarxistin

Li Kantona Firatê liser jiyana Rêber Abdullah Ocalan, Fikirê Rêbe Apo, komploya Naventeweyî û tecrîda li Imraliyê konferansek hate lidarxistin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Yekîtiyan Jinên Ciwan ya kantona Firatê der barê Rêber Apo konferansek li dar xist.

Konferas bi beşdariya xwendekar, ciwan û endamên saziyan li bajarê Kobanê hate pêk hat.

Di konferasê de perespektîfên Rêber Apo hatin xwendin.

Piştre sinvizyonel li ser jiyana rêber Apo ji berşdaran re hate pêşandan.

Piştî vê, Rêvebera Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto axivî û got:

“Em bi saya fikirê Rêber Apo gihiştin vê astê.

Asta ku niha em bi zimanê xwe fêr dibin ku wekî xwenekê ji me re bû.”

Beşdaran jî nerazîbûnên xwe li dijî komploya li dijî Rêber Apo nîşan dan tecrîd şermezarkirin.

Konferans bi encamnameyekê bi dawî bû.

Encam ew bû ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo asta tekoşînê mezintir bikin û fikirê Rêbertî jî li her derê belav bikin.

Back to top button