Li Cenevreyê êşkenceya Îmraliyê hat şermezarkirin

Li Ceneva Swîsreyê êşkenceya li Îmraliyê hat şermezarkirin û şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Di çalakiya ku li ber Ofîsa Neteweyên Yekbûyî (NY) a li bajarê Ceneve yê Swîsreyê di çarçoveya pêngava “Dem dema azadiyê ye” de her roja Çarşemê tê lidarxistin de, Şehîdên Meha Gulanê hatin bibîranîn.

Di çalakiya rûniştinê ku ji 25’ê Çileya 2021’an ve ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Apo didome de êşkenceya li Îmraliyê hat şermezarkirin.

Çalakiya rûniştinê ya vê hefteyê aktivîstên Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer (TEKO-JIN) dewr girt.

Li ser navê Komîteya Çalakiyê Ramazan Amed axivî.

Amed berpirsiyariyên Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT), NY û saziyên navneteweyî ya li hemberî êşkenceya tecrîdê bi bîr xist û anî ziman ku êrîşên dagirkeriyê yên li dijî Başûrê Kurdistanê bi hevkariya dewleta Tirk û PDK’ê pêk tên.

Amed li dijî êrîşên li her çar parçeyên Kurdistanê banga xwedîderketina li têkoşîna gerîla kir.

Back to top button