Xizmên girtiyan: Li girtîgehan tecrîd heye

Xizmên girtiyan ên di çarçoveya çalakiya “Deng bide azadiyê” de ji bo bi Wezîrê Dadê re hevdîtinê bikin çûn ber wezaretê.
Xizmên girtiyan got, “Hûn qebûl nekin jî tecrîd heye. Em bi daxwaza rakirina tecrîdê hatin vir.”

Di 10’ê Cotmeha 2023’an de li seranserî cîhanê li 74 navendan pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka Kurd çareseriya siyasî” hate destpêkirin.

Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê jî di çarçoveya pêngavê de 27’ê Mijdara 2023’an de dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya doveger û demkî kirin.

Girtiyan di 4’ê Nîsanê de çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin û dest bi boykotkirina hevdîtinên rû bi rû, yên ser telefonê û derketina dadgehan kirin.

Di heman demê de malbatên girtiyan jî bi heman daxwazan dest bi Nobeta Edaletê kiribûn.

Malbatên girtiyan ku çalakiya xwe derbasî qonaxeke nû kirin, ji bo piştgiriyê bidin çalakiya boykotê ya girtiyan xwestin bi Wezîrê Edaletê re bên gel hev.

Xizmên girtiyan yên ku ji saetên sibehê ve li Enqereyê bûn, dema ku xwestin biçin Wezareta Edaletê hatin astengkirin.

Destûr nedan parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) û xizmên girtiyan yên ku hatin Meclîsê ji mînîbusê dakevin.

Parlamenterê DEM Partî yê Mûşê Sirri Sakik, ji polîsên ku xwestin dayikan asteng bikin re bertek nîşan da.

Dayikan bertek nîşanî astengiya polîsan dan û gotin:

“Guh bidin me, zarokên me di zindanan de ne. Em ji bo çareseriyê hatin vir.

Em dibêjin bila tecrîd rabe, ji ber vê em hatin. Muxatabê me Wezîrê Edaletê ye.”

Piştî destûr nehat dayîn ku dayik biçin Wezareta Edaletê, dayikan li ber deriyê Meclîsê daxuyaniya çapemeniyê dan.

Piştî daxuyaniyê dayik bi dirûşmên “Bijî berxwedana zindaman”, “Hak hiqûq edalet” ketin meclîsê.

Çalakiya Girtiyên Siyasî di roja 163. De ye

Back to top button