Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li ser herêmê zêdekirin.
Artêşa dagirker îro berêvarê derdoran navçeya Til Rifetê topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derdora bajarokê Til Rifetê yê kantona Şehbayê, ku tije sivîl in, topbaran kirin.
Derbarê encama topbaranê de agahîyên zelal nehat bidestxistin.
Şevê din jî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Dibis û rêya M4 ên Eyn Îsayê topbaran kirin.
Erd û zeviyên wê deverê, ji ber topbaranê ziyan dîtin.