Li bajarokê Şihêl ê Dêrazorê çeteyên DAIŞ’ê bi erebeyek teqiyê êrişî nûqteya hêzên QSD’ê kir.
QSD’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku di encama êrişê de 3 şervanên wan şehîd bû.
Piştî wê jî çeteyên girêdayî hêzên hikumeta Şamê gule li hêzên QSD’ê reşandi û di encamê de şervanek şehîd bû.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniya ku li ser kenala xwe ya Telegeramê weşandiye de ragihand ku li bajarê Şihêl ê gundewarê rojhilatê Dêrazorê erebebeyeke bombebarkirî teqiya.
QSD’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye kirin.
Li gorî daxuyaniya QSD’ê çeteyekî DAIŞ’ê hewil da erebeyekî teqemeniyê derbasî nûqteya wan bike û xwe biteqîne.
Lê piştî destwerdana şervana ew çete neçar ma ku xwe li cihekî nêzî nêqteyê biteqîne.
QSD: Di êrişa çeteyan DAIŞ’ê û çeteyên hikumeta Şamê de 4 şervanê me şehîd bûn
Di encama teqînê de 3 şervanên QSD’ê şehîd bûn û 7 jî birîndar bûn.
QSD’ê ragihand ku di dema rakirina birîndaran de çeteyên girêdayî hêzên Hikûmeta Şamê jî gule li hêzên wan reşandiye û got:
“Gava ku me rêhevalên xwe yên birînda radikirin nexwaşxaneyê, çeteyên hikumeta Şamê gule li hêzên me êrişî hêzên me kirin. Di encamê de rêhevalek me şehîd bû.”
Balkêşe ku ev êrişên çeteyên DAIŞ’ê di demekî de ye ku dewleta Tirk a dagirker jî li dijî herêmê dinava pilanên êrişên nû de ye.
Ji xwe QSD’ê jî berê di daxuyaniyên xwe de balkişandibû ser xeteriya ji nû ve zindîbûna çeteyên DAIŞ’ê.
Di daxuyaniyê de hatibû diyar kirin ku DAIŞ bi riya şaneyên xwe yên veşartî û di nava hewildanê êrişên nû de ye.



