Îro Kongreya 2. a Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê pêk hat.
Di kongreyê de bal hate kişandin ser girîngiya xweperwerdekirin û rêxistinkirinê.
Piştî axaftinên berfirh konger bi encam nameyekî bi dawî bû.
Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê Kongreya xwe ya duyemîn pêk anî.
Kongre bi dirûşmeya” bi zanist û zanînê em ê xwe bi rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” pêk hat.
Di kongreya ku li Hola Serdem a bajarê Hesekê pêk hat de, nêzî hezar delege û nûnerên partî, sazî û rêxistinan beşdar bûn.
“Divê ev kongre bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran”
Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif balkişand li ser girîngiya kongreyê û got:
“Ev kongre, dê bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran li tevahî herêman.”
Kongre bi encamnameyekî bi dawî bû
Piştî axaftinan, rapora salane ya tevgerê hate xwendin û sînevîzyonek li ser xebatên xwendekarên demokratîk hat pêşandan.
Di kongreyê de rêziknameya tevgerê hate xwendin.
Li gorî pêşniyar û nêrînên beşdaran hinek bendên wê hatin guhertin û encamnameyek hat derxistin.
Di encamnameya kongreyê de hate diyar kirin ku divê ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo têkoşîn were mezin kirin û li hemberî tevahî cûreyên zilmê xebateke mezin were meşandin.
Di dawiyê de Jînda Ehmed û Îzedîn Mistefa wekî hevserokên Tevgera Xwendekarên Demokratîk hatin hilbijartin.



