Kongreya 2. a Tevgera Xwendekarên Demokratîk pêk tê

Îro Kongreya 2. a Tevgera Xwendekarên Demokratîk li bajarê Hesekê pêk tê.
Di kongreyê de bal hate kişandin ser girîngiya xweperwerdekirin û rêxistinkirinê.

Kongre bi dirûşmeya” bi zanist û zanînê em ê xwe bi rêxistin bikin û dagirkeriyê têk bibin” pêk tê.

Tevgera Xwendekarên Demokratîk 2`yemîn Kongreya xwe dest pê kir.

Kongre li Hola Serdem a bajarê Hesekê pêk hat.

Di kongreya li Hola Serdem a bajarê Hesekê pêk tê de, nêzî hezar delege û nûnerên partî, sazî û rêxistinan beşdar bûn.

Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Foza Yûsif balkişand li ser girîngiya kongreyê û got:

“Ev kongre, dê bibe wesîleya çareserkirina pirsgirêkên xwendekaran li tevahî herêman.”

Çavrê ye ku wê hevserokatiya tevgerê bê hilbijartin û Kongre bi encamnameyekê bidawî bibe.

Back to top button