Xizmên girtiyan: Divê tecrîd bê rakirin, daxwaz bên qebûlkirin

Li bakurê Kurdistanê û Tirkiyê çalakiya xizmên girtiyan bi biryardarî didome.
Di çalakiyên li gelek bajaran de dayik û malbatan careke din banga rakirina tecrîda li Îmraliyê kirin û xwestin ku daxwazên wan ên ji bo çareseriyê bên qebûlkirin.
Hat gotin, her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên kronîk jî girantir dibin.

Çalakiya xizmên girtiyan a bi daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsgirêka kurd li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê didome.

Di vê çarçoveyê de li Edeneyê Xizmên girtiyan li avahiya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) civyan û xwestin daxuyaniyê bidin.

Lê daxuyanî ji hêla polîsan ve hatin astengkirin.

Pişt re daxuyanî li Parka Înonuyê ya li bajêr hate dayîn.

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajar Seyfettîn Aydemîr di çalakiyê de axivî.

Seyfettîn Aydemîr got:

Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan krîzên aborî, siyasî û civakî kûrtir dike.

Ev tercîh nîşan dide ku di çareseriya pirsgsirêka kurd de neçareserî û polîtîkayên şer tên tercîhkirin.

Xizmên girtiyan ên li navçeya Şemzînan a Colemêrgê jî li pêşiya avahiya DEM Partiyê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de îşaret bi fikarên malbatên yên ji bo zarokên wan hat kirin.

Û bang li Wezareta Edaletê ya Tirkiyê hat kirin ku tavilê daxwazên girtiyan qebûl bikin, tecrîdê bi dawî bikin û girtiyên nexweş berdin.

Her wiha li Mêrsînê jî xizmên girtiyan bi heman armancê hatin bahev.

Li wir hate xwestin li pêşiya avahiya AKP’a daxuyaniyê bidin,.

Lewra malbatan bi dirûşmeya “Tecrîdê bi dawî bikin” ber bi avahiyê ve meşiyan.

Polîsan pêşiya girseyê girtin û li ser vê yekê çalakiya rûniştinê hate lidarxistin.

Li wir Hevserokê DEM Partiyê yê Mêrsînê Reşat Aşan destnîşan kir ku divê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk were çareserkirin û got:

Navnîşana çareseriyê jî Îmrali ye.

Her ku tecrîd giran dibe, pirsgirêkên kronîk jî girantir dibin.

Em dixwazin tecrîd bi dawî bibe.”

Back to top button