Tirsa PDK’ê a ji hilbijartinê gelek welat xistine nava fikaran

Îro dema propagandaya hilbijartina parlamentoya Başûrê Kurdistanê despê dike.
Lê diyar hilbijartin hatine paşxistin.
Hemwextî vê yekê ji Amerîka daxuyaniyek balkêş hat.
Ji şêwirmendên Wezareta Karê Derve ya Amerîka Ezra Ziya diyarkir ku ew ji rewşa li Başûrê Kurdistanê bifikarin û got: “Destkeftiyên herêma Kurdistanê dibin metirsiyê dene.”

Metirsiya PDK’ê ya ji hilbijartina parlementoya Başûrê Kurdistanê rê li ber destwerdanên welatên cîran heta bi Amerîkayê vekriye.

Şêwirmenda Wezareta Karên Derve ya Amerîka ya ji bo Karûbarên Ewlekariya Sivîl, Demokrasî û Mafên Mirovan Ezra Ziya li Başûrê Kurdistanê ye.

Ezra Ziya di serdana xwe de bi rayedarên PDK û YNK’ê re dicive.

Amerîka: Destkeftiyên Başûrê Kurdistanê dibin metirsiyê dene

Ezra Ziya derbarê sedana xwe de ji medya nêzî YNK’ê re axivî û got:

“Li Herêm Kurdistanê ew destkeftiyên ku bi zehmetî hatine bidestxistin, niha ji ber nakokiyan dibin metirsiyê dene. Fikarek me ya cidî heye. Ev parçebûna navxweyî, statûya Herêma Kurdistanê li Iraqê lewaz dike û wisa dike ku hêzên derve ji bo berjewendyên xwe destwerdanê bikin. Em dixwazin di firseta destpêkê de hilbijartin pêkwerin.”

Di dewama axaftina xwe de Ezra Ziya diyarkir ku ew piştgiriya hilbijartinek azad, şefaf û wekhev dikin.

Ev serdana û daxuyaniya Şêwirmenda Amerîka yê di demekî de ye ku mijara lidarxistina hilbijartinê yan jî betalkirina wê di rojevê de ye.

Ev hilbijartin wê ji PDK’ê re weke sîleyekî were

PDK’ya ku ji encamên hilbijartinê ditirse, di nava hewidana paşxistina dema hilbijartinê de ye.

Ji ber ku lidarxistina hilbijartinê di demekî de ye ku gelê Başûr ji hevkariya PDK’ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re, rewşa nebaş a aboriyê û nedayîna mûçeyên karmendan gelekî bihêrs e.

Li ser vê yekê jî çavdêrên siyasî di wê baweriyê de ne ku wê desthilata PDK’ê di vê hilbijartinê de bi binketineke mezin re rûbirû bimîn.

Lewma jî ji hilbijartyinê ditirse.

Ji bo vê jî serokê herêma demborî yê Başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Bexda û Tehranê kiribû.

Ji derveyî PDK’ê hemû partî û rêxstinên Başûr dixwazin hilbijrtin pêk were

Lê li aliyê din YNK’e û Partiyên din yên Başrûrê Kurdistanê jî di mijara lidarxistina hilbijartinê de bi îsrarin.

Back to top button