Meclisa Demokratîk a Gelan guhertin di qanûna dabeşkirina îdarî de pêk anî

Meclisa Demokratîk a Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin guhertin di Qanûna Dabeşkirina Rêveberiyê de pêk anî.
Ev guhertin bilidarxistina civînekê pêk hat.
Meclisê ragihand ku ev guhertin wê di nava demên pêş de bi raya giştî re were parvekirin.

Meclisa Demokratîk a Gelan a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê civîna xwe ya asayî ya 99. li dar xist.

Civîn li avahiya meclisê ya li Reqayê bi beşdariya Hevserokên Desteya Rêvebir a Meclisê, hevserokên meclisê yên gelan ên kantonan, hevserokên Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan û Komîseriya Bilind a Hilbijartinan pêk hat.

Di civînê de çend guhertin di Qanûna Dabeşkirina Rêveberî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin.

Ev guhertin dê di dema pêş de werin parvekirin.

Derbarê mijarê de Endama Meclisa Gelan Zozan Ibrahîm Silêman axivî û balkişand ser guhertinên ku di qanûnê de çêbûne.

Hêjayî gotinê ye ku Meclisa Demokratîk a Gelan a di civîna xwe ya 98’an ku 30’ê Nîsanê li darxistibû de Qanûna Dabeşkirina Rêveberî ya ji 5 madeyan pêk tê, erê kiribû.

Di civîna asayî ya 4’ê Gulanê de jî pêşinyar hatibû kirin ku hin guhertin derbarê hatin qanûnê de pêk werin.

Back to top button