Meclisa Sûriya Demokratîk, Rêveberiya Xweser û Fermandariya Giştî ya QSD’ê civînek lidar xist.
Di civînê de mijarên sereke wekî aloziya li Sûriyê, şerê li dijî DAIŞ’ê û firehkirina têkiliyên navnetewî hatin nîqaş kirin.
Di civînê de siyaset û stratîjiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku roleke sereke di çareserkirina aloziya li Sûiryê de dilîze hatin nîqaşkirin.
Bal hate kişandin ser pêşbîniyên siyasî, leşkerî, xizmetguzarî û astengiyên ku gelê herêmê rûbirûyî wê ne.
Li aliyekî din jî teqezî li ser girîngiya diyaloga di navbera hemû aliyên Sûrî de û girîngiya pêkanîna projeyekek demokratîk ku yekrêziya welat diparêze hat kirin.
Her wiha nîqaş derbarê awayê parastina herêmê û ewlehiya wê de hat kirin û hate diyarkirin ku ji bo avakirina hevkariyên navneteweyî yên têkildarî pêşveçûna domdar divê xebat bêne kirin.
Di dawiya civînê de derbarê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê û firehkirina têkiliyên Erebî, herêmî û navneteweyî de jî niqaş hatin kirin.