Artêşa Tirk gundên Eyn Îsa topbaran kir: agir bi zeviyên çandiniyê ket

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe, di demekî ku welatî mûsîmê xwe yê çandiniyê berhev dikin de, êrişên xwe ser herêmê zêde kiriye.
Ji ber topbarana li ser gundên Eyn Îsa agir bi rûberekî ku li pêşiya wê bi hezaran donim heyî ket.

Ev dîmenên şewata zeviyên li gundewarên Eyn Îsayê ye.

Îro saetên nîvro artêşa Tirk û çeteyên dewleta Tirk bi çekên giran êrişî herêmê kirin.

Di encama êrişê de, agir bi zeviyên genim yên welatiyan ket.

Tîmên agirkujiyê ji ber topbaranê nikarin destwerdana şewatê bikin

Ji ber êrişên domdar yên çeteyên dewleta Tirk, tîmên agirkujiyê nikarin destwerdanê bikin.

Di dîmenan de jî tê xuyakirin, agir êdî derbasî nava malên welatiyan dibe.

Nûçegihanên me ji herê ragihandin ku heta amadekirina vê nûçeyê şewat dewam dikir.

Beriya niha jî ji ber êrişan agir bi zeviyên çandiniyê yên Kantona Cizîr û Efrîn/Şehbayê ketibû.

Li Şêrawa cotkar ditirsin ji ber bombebaranê zeviyên wan bişewitin

Back to top button