Li Îranê tûra 2. a hilbijartina parlamentoyê hate lidarxistin

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tûra duyemîn ya hilbijartinên parlamentoyê têlidarxistin.
Di hilbijartina 1’ê Adarê de ji bo 290 kursiyên li parlamentê 245 namzetan mafê çûyîna Meclîsê bi dest xistibûn.
Niha jî di tûra duyemîn de pêşbirka ji bo 45 kursiyan tê lidarxistin.
Lê ya tê xuyakirin, rêjeya çûyîna ser sindoqan gelekî kêm e.

Di demekî de ku hem li Rojhilatê Kurdistanê, hem jî li Îranê gel li dijî desthilata Tehranê bihêrsin, li welêt tûra duyemîn ya hilbijartina parlementoyê hate lidaxistin.

Îro ji bo tûra duyemîn a hilbijartinê, li 22 herêman sindoq hatin danîn.

Li welêt tevî paytext Tehranê li 8 bajaran dengdana elektronîk tê kirin.

Dengdan bi dema herêmî ji saet 08:00 ve li 11 hezar û 500 navendên dengdanê destpê kir.

Di hilbijartinên parlamenteriyê yên 1’ê Adarê de ji bo 290 kursiyên li parlamentê 245 namzetan mafê çûyîna Meclîsê bi dest xistibûn.

Niha jî di tûra duyemîn de pêşbirka ji bo 45 kursiyan tê lidarxistin.

Ji ber wê 90 namzet beşdarî hilbijartinê bûne.

Rêjeya tevlîbêna hilbijartinê gelekî kême

Lê li gorî agahiyên ku ji Îranê tên rêjeya tevlîbûna hilbijartinên gelekî kême.

Ji xwe di tûra destpêkê de jî rêjeya tevlîbûnê ji sedî 41 bû.

Lewma boykot û xemsariya li dengdanê mohra xwe li hilbijartinê xistibû.

Her çiqas desthilata Îranê hilbijartinên heyî bi awayekî demokratîk binav bikin jî lê gelê Îranê û Rojhilatê Kurditanê ne di vê baweriyê de ne.

Gelê Rojhilatê Kurdistanê û Îranê daxwaza guheritina sîstemê dikin

Ji ber ku di hilbijaritna destpêkê de jî rêjeya boykotê ji ya tevlîbûnê hîn zêdetir bû.

Li gorî çavdêrên siyasî, li Îranê gel ji hilbijarinê zêdetir piştgiriya guherina sîstema welêt dikin.

Bi taybetî jî zêdebûna zextên desthilatan Îranê ya li dijî jinan û civakê rê li ber vê yekê vekiriye.

Her wiha li Îranê ji ber zêdebûna asta girtin û darvekirinê jî rê li ber zêdebûna nerazîbûnê vekiriye.

Ji serê salê ve bêtirî 200 kes li Îranê hatine darvekirin

Li gorî bîlençoya ku Rêxistina Mafê Mirovan parve kiriye tenê ji serê salê ve li Îranê 200 kes ku piraniya wan Kurd û Belûcin hatine darvekirin.

Ji ber vê jî gelek alî di wê baweriyê de ne ku ev hilbijarinên heyî jî di bin tirsê de tê lidarxistin û tu elaqeya xwe bi demokrasiyê re jî nîne.

Li Îranê hilbijêr ji bo tûra duyemîn deng didin

Back to top button