Hizbullah baregeheke Îsraîlê bombebaran kir

Hizbullah û komên çekdar ên Iraqê li dijî baregehên Malîkiyê û Îlat a Îsraîlê bi balafirên bê mirov êrîş pêk anîn.
Her du hêzan dîsa di daxuyaniya xwe de êrîşê ji bo piştgiriya Filîstiniyên li Şerîda Xezayê hatiye kirin, anîn ziman.
Li aliyê din li gor Konseya Başûrê Lubnanê ji ber êrîşên Îsraîl û Hizbullahê li başûrê Lubnanê nêzî mîlyarek û niv dolar zirar çêbûye.
Her wiha Lubnan Îsraîlê di şer de bi bikaranîna fosfora spî ku qedexeye li dijî sivîlan were bikaranîn, sûcdar dike.

Hizbullaha Lubnanî îro serê sibê baregeheke artêşa Israîlî li Malîkiyê li başûrê Lubnanê bombebaran kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Piştî çavdêrîkirin û benda hêzên dijmin ên Îsraîlê, dema ku wesayîtên wan gihîştin herêma Malikiye, Mucahidînên Berxwedana Îslamî ew hedef girtin û ziyanên canî yên teqez gihandin.”

Komên çekdar ên Iraqê jî îro di daxuyaniya xwe de ragihandin, ku wan cihekî li Îlata Îsraîlê ku weke “armanceke jiyanî” binav dikin, bi balafirên bê mirov bombebaran kirine.

Hizbullah û komên ku xwe wek “Berxwedana Îslamî ya li Iraqê” bi nav dikin, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku bombebaran ji bo piştgiriya gelê Filistînê li Xezayê hatiye kirin.

Li Başûrê Lubnanê nêzî 1,5 milyar dolar zirar çêbûye

Li aliyê din zirarên bombebaranên Îsraîlê ên li başûrê Lubnanê ku di nava 7 mehên derbasbûyî de di çarçoveya şerê li Şerîda Xezayê de pêk hat, tê texmînkirin ku nêzî 1,5 mîlyar dolar e.

Konseya Başûr ku saziya fermî ya ji bo nirxandina zirara li Başûrê Lubnanê berpirsyar e, texmîn dike ku “asta zirara avahî û saziyan ji destpêka şer heta destpêka meha Gulanê zêdeyî mîlyarek dolar bû.”

Di binesaziyan de zerareke mezin çêbûye

Konseya Başûr texmîn dike lêçûna zirara mezin a li binesaziyan pêk hatiye bi qasî ‘500 mîlyon dolarî’ ye.

Zirar bi giranî bandor li ser xizmet û rêyên bingehîn kir.

Ji ber zêdebûna topbaranê û xerabûna rêyên sereke, rojnamevan nikarin xwe bigihînin herêmên li ser sînor.

Zêdetirî 93 hezar kes ji cih û warên xwe bûn

Erkdarên tenduristiyê û rizgarker qala hilweşîneke mezin a li gundên bi temamî hatine terikandin dikin.

Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya dawî de diyar dike ku li Lubnanê zêdebûna aloziyê bûye sedem ku zêdetirî 93 hezar kes ji cih û warên xwe bibin.

Îsraîl îdîa dike ku binesazî û cihên Hîzbûllahê kiriye armanc, lê belê li gorî rayedaran bi hezaran xanî bi qismî yan jî bi temamî xera bûne.

Bombebaran di heman demê de bandorê li erdê çandiniyê û zeviyên şêniyên herêmê dike.

Bikaranîna fosfora spî

Her wiha Lubnan Îsraîlê di şer de bi bikaranîna fosfora spî ku qedexeye li dijî sivîlan were bikaranîn, sûcdar dike.

Rayedarên Lubnanê ji bo nirxandina zirarê li benda agirbestekê ne, lê belê welat ji sala 2019’an û vir ve di nava krîzeke aboriyê ya mezin de ye.

Di nava 7 mehan de di şerê li dervî sînor de herî kêm 390 kes mirin.

Li gorî agahiyan jî, li Lubnanê 255 endamên Hîzbûllahê û 77 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

Hizbullah li eniya Başûrê Lubnanê bersiv dide êrîşên Îsraîlê

Back to top button