Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di çalakiya sûîqestê de kamerayeke mobesse ya artêşa Tirk a dagirker hate îmhakirin.
Her wiha dewleta Tirk qadên gerîla 39 caran bi balafirên şer bombekirin.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:
“Li herêma Xakurkê 8’ê Gulanê de li Girê Şehîd Axîn bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.
Piştî vê çalakiyê qada Kolîtê bi droneyeke bombebarkirî hate bombekirin.
Li Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê kamerayeke mobesse ya dagirkeran bi sûîqestê hate îmhakirin.
Êrîşên artêşa dewleta Tirk a dagirker; Garê, Metîna, Zap, Xakurkê û Qendîl de bi giştî 39 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
6, 8 û 10’ê Gulanê li herêma Metînayê Qadên Berxwedanê yên Qesrokê, Dergelê, Golka û Şêlazê bi helîkopterên êrişê hatin bombekirin.”