Cîgirê Serokê hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî derbarê hewlên PDK’ê yên paşdexistina hilbijartinên parlementoya başûrê Kurdistanê nerazîbûn nîşan da û got:
Paşxistina hilbijartinê dê zirarê bide statuya Herêma Kurdistanê.
Duh Qubad Talebanî bi nûnera taybet ya Sekreterê Giştî yê Netewên Yekbûyî ya li Iraqê Jeanine Hennis-Plasschaert re civiya.
Qubad Talebanî da zanîn ku divê jiyana welatiyan di çarenûseke nediyar de neyê hiştin û ev tişt anî ziman:
“Me berê jî hişyarî kiribû ku her pêngav û hewlek ji bo paşxistina hilbijartinên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê bê dayîn wê zirarê bide statuya Herêma Kurdistanê, sazî û dezgehên wê.
Lewra divê hilbijartin di dema xwe ya hatiye diyarkirin de be kirin. Herwiha pêşeroja Herêma Kurdistanê, jiyana welatiyan di çarenûseke nediyar de neyê hiştin.”