Dadgeha Federal wê têkildarî giliyên li ser PDK’ê û malbata Barzanî kom bibe

Di hefteya pêş me de wê Dadgeha Federal a Iraqê ji bo 3 giliyên têkildarî malbata Barzanî û PDK’ê kombibe.
Di kombûnê de wê serokê demborî yê Başûrê Kudistanê Nêçîrvan Barzanî û serokê hikûmeta demborî Mesrur Barzanî jî werin darizandin.
Ev darizandin jî di demekî de ye ku hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê jî di rojevê de ye.

Dadgeha Federal a Iraqê ragihand ku wê di hefteya bê de 3 giliyên têkildarî malbata Barzanî û PDK’ê were nîqaşkirin.

Dadgehê ragihand ku giliya yekem ya ji aliyê Wezîra Koç û Koçberan a Iraqê Îvan Fayeq ve hatiye kirin wê di rojevê de be.

Îvan Fayeq li dijî serokê demborî yê Başûrê Nêçîrvan Barzanî, serokê hikûmeta demborî Mesrur Barzanî û Wezîrê Karên Hindir gilî tomar kiriye.

Giliya duyem jî ji aliyê Parêzer Berhem Reûf ve hatiye kirin.

Ev gilî jî li dijî serokê Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hatî kirine.

Di giliyê de daxwaza betalkirina guhertina yasaya li dijî jinan tê kirin.

Giliya sêyem jî ji alyê Rêveberê Giştî yê Dijterorê ya Silêmaniyê Wehab Mecîd Baqî ve li dijî Parlamentoya Başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Wehab di giliyê de daxwaz kiriye, hemû biryarên ku ji aliyê dadgehên Hewlêrê ve derbarê wî de hatine dayîn, bên betalkirin.

Milekî darizandina malbata Barzanî û PDK’ê, milekî jî hilbijartin

Hêjayî gotinê ye ku ev darizandina Malbata Barzanî û PDK’ê di demekî de ye ku hilbijartinên parlementoya Başûrê Kurdistanê jî di rojevê de ye.

Duh Dadgeha Federal ya Iraqê ragihand ku wan li gor fermaneke dewletê biryara erêkirina lîsteyên namzetan bo hilbijartinê rawestandiye.

Jixwe piştî wê Berdevka Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê jî biryara sekinandina karûbarên hilbijartinê dane.

YNK: Tenê PDK naxwaze hilbijartin bên kirin

Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre di civîneke çapemeniyê de têkîldarî hilijartinê axivî got:

Paşxistina hilbijartinan wê statuya Başûrê Kurdistanê lewaz bike.

Di vî warî de divê Dadgeha Federal bi baldarî rewşa herêmê û lêçûnên darayî bixwîne.

Ji xwe eşkereye tenê PDK naxwaze hilbijartin bê lidarxistin.

Ji bilî wê hemû aliyên din li gel hilbijartinê ne.”

Back to top button