Tirkiyê di endeksa tegihiştina demokrasiyê de rêza dawî ye

Li seranserê cîhanê anketa Endeksa Têgihiştina Demokrasiyê hat kirin.
Di nav de Tirkiyê 53 welatan rewşa demokrasiyê ji welatiyan hat pirsîn.
Li gor encamê Tirkiyê di rêza 47’emîn de cîh digre.
Welatên li piştî Tirkiyê Îran, Endonezya, Macaristan, Yunanistan, Perû û Venezuela bûn.

Encamên îsal ên Endeksa Têgihîştina Demokrasiyê ya ku têgihîştina demokrasiyê ya li 53 welatan di nav de Tirkiye jî dinirxîne bi raya giştî re hat parvekirin.

Di vê anketê de Tirkiyê di nav welatên ku herî zêde “kêmasiya demokrasiyê” lê heye de cih girt.

Mirovan çi qas giringiyê dide cûdahiya demokrasiyê û çiqasî welatê xwe demokratik dihesibîne nîşan dide.

Pirsa ku li Tirkiyê ji beşdaran hat kirin ev bû “Ji bo we çiqasî girîng e ku welatê we demokratîk be?” û “Li gor we welatê we çiqas demokratîk e?”

Tenê 4 welat ji Tirkiyê zêdetir puan bi dest xistine.

Di rêzên dawîn ên lîsteyê de Yewnanîstan bi 51 pûanan, Venezuela û Macarîstan her yek bi 50 pûanan û Ukrayna jî bi 48 puanan cih girtin.

Welatên ku ferqa wan a herî biçûk hebû Îsraîl û Swîsre her yek bi 11 pûanan bûn.

Piştî van welatan Hindistan, Taywan, Norwêc, Vîetnam, Sîngapûr û Erebîstana Siûdî her yek bi 12 pûanan hatin.

Ji sedî 40 ê beşdaran diyar kirin ku welatê wan bi têra xwe ne demokratîk e, ji sedî 46 jî gotiye ku “bi qasî ku pêwîst be demokratîk e”, ji sedî 13 jî gotiye “pir” demokratîk e.

Tirkiyê di rêza 47’emîn de ye

Her wiha li Tirkiyê ji her 5 kesên ku anket hatiye kirin 3’yê ji wan diyar kirine ku li welatê wan “demokrasiya têra xwe tune ye”.

Bi vê rêjeyê Tirkiye di nav 53 welatan de bû 47’emîn.

Welatên li piştî Tirkiyê Îran, Endonezya, Macaristan, Yunanistan, Perû û Venezuela bûn.

Welatên Rojhilata Dûr di rêza çaremîn a lîsteyê de bûn.

Welatiyên li Koreya Başûr di nav wan de bûn ku difikirîn ku welatê wan demokratîk e.

Endeksa Têgihîştina Demokrasiyê ku her sal ji aliyê Weqfa Hevbendiya Demokrasiyan a Kopenhagê ve tê weşandin, di encama hevpeyvînên saziya lêkolînê ya gel Latana de bi qasî 63 hezar kesî ji 53 welatan di navbera 20’ê Sibatê û 15’ê Nîsana îsal de hatiye amadekirin.

Hevpeymaniya Demokrasiyan di sala 2017’an de ji aliyê Sekreterê Giştî yê berê yê NATO’yê Anders Fogh Rasmussen ve hat damezrandin.

Back to top button