Lijneyên hilbijartinan ên Kantonan dest bi avakirina Komîteyên Hilbijartinan ên bajar û bajarokan kiriye.
Bi vê yekê Meclisa Demokratîk a Gelan lijneya Hilbijartinê a Kantona Efrîn-Şehbayê ava kir.
Lijneya Hilbijartinê ji 8 endaman pêk tê.
Her wiha li her heft Kantonên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê,Cizîr, Firat, Reqa, Tebqa, Minbic, Dêra Zorê, Efrîn-Şehbayê lijneyên hilbijartinan hatin avakirin.
Avakirina lijneyên hilbijartinê di çarçoveya amadekariyên hilbijartinên şaredariyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de pêk hat.