“Niha li Tirkiyê girtiyên siyasî hemû dibin hedefa binpêkirina mafên mirovan”

Li girtîgehên dewleta Tirk binpêkirina mafên mirovan, zext û kiryarên kêfî yên li dijî girtiyan her roj zêde dibin.
Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê OHD Zekî Bînbîr got:”Niha li Tirkiyê girtiyên siyasî hemû dibin hedefa binpêkirina mafên mirovan.
Heta niha nêzî 400 girtiyên ku divê bi şert bêne berdan, bi hincetên kêfî ev mafê wan nayê dayin, nayên berdan.”

Li girtîgehên dewleta Tirk binpêkirina mafên mirovan, zext û kiryarên kêfî yên li dijî girtiyan her roj zêde dibin.

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zekî Bînbîr ji ANF’ê re axivî û got:

“Li hemberî girtiyên siyasî bi destê dadgeriyê astengiyek tê danîn.

Ev astengî jî bi rêya ‘Desteya Çavdêriya Îdarî’ tê kirin ku di sala 2020’î de kete meriyetê.

Ji roja ku qanûna înfazê ketiye meriyetê û vir ve heta niha 32 caran hatiye guhertin, lê aramî pêk neaniye.

Bi guhertina ku di Adara 2020’î de hate kirin erkên berfireh ji rêveberiyên girtîgehan re hate dayin.

Bi vê erkê re kesên ku cezayên wan qediyane jî bi beyanên kêfî nayên berdan.

Heta niha nêzî 400 girtiyên ku divê bi şert bêne berdan, bi hincetên kêfî ev mafê wan nayê dayin, nayên berdan.”

Zekî Bînbîr: Rêveberên girtigehan ‘Poşmanî’ yê ferz dike

Bînbîr anî ziman ku ‘Poşmanî’ li girtiyan tê ferzkirin û wiha anî ziman:

“Di vê mijarê de rêveberiya girtîgehê zexteke giran dike.

Bi taybetî li hemberî girtiyên ku 30 salan girtî ne tê bikaranîn.

Beyanên neşênber ên ku di qanûn û destûra bingehîn a Tirkiyê de cihê xwe nîne, weke mijara sûcdarkirinê têne bikaranîn û înfaza girtiyan tê taloqkirin.

Biryarên ku dide li dijî destûra bingehîn e.”

Zekî Bînbîr: Li girtîgehan binpêkirin zêde dibin

Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a OHD’ê Zekî Bînbîr anî ziman ku weke komeleyê têkildarî girtiyên ku berdana wan tê taloqkirin di nava karekî berfireh de ne û wiha bi dawî kir:

“Em şopdarên vê mijarê ne. Li gorî belge û biryarên digihêjin ber destê me em dest bi pêvajoya hiqûqî û îtirazê dikin.

Niha li Tirkiyeyê girtiyên siyasî hemû dibin hedefa binpêkirina mafên mirovan.

Bi taybetî mafên jiyan û tenduristiyê têne binpêkirin.”

Back to top button