“Tenê bi yekitiyê dikarin bersiva dagirkeriya dewleta Tirk bidin”

Êrişên dagirkeriyê yên li ser xaka Kurdistanê berdewamin.
Heta niha li beramberî êrişan helwestek yekgirtî ya Kurdan nehatiye nîşandan.
Berpirsên partiyên siyasî jî dibêjin:”Kurd tenê bi yekgirtinê dikarin rê li pêşiya dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.

Endamê YNK’ê yê Helebce Rizgar Hemenurî diyar kir ku eger Kurd yekgirtina xwe çênekin wê carek din metirsî li ser wan çêbe û got:

“Divê Kurd dawî li nakokiyên navxweyî û hizbayetî bînin.

Metirsî heye carek din enfal û kîmyabaran bi serê gelê Kurd de bê.

Eger em di nava xwe de yekgirtina xwe çêbikin, em ê bikarin pêşî li dagirkeriyê bigrin.”

Endamê Hizba Komûnîsta Kurdistanê Ebdullah Mihemed jî anî ziman ku li her aliyekî Kurdistanê welatên sermayedar û herêmî rê li ber pêşketina gelê Kurd digrin û got:

“Nebûna yekitiya gelê Kurd gelek metirsîdar e.

Bandorê li ser hemû jiyana welatiyan dike.

Pêwîste gelê Kurd li beramberî hemû mijarên netewî yekrêz û yekhelwest bin.”

Back to top button