Şêx Raxib: Êrişên dewleta Tirk ji bo tunekirina Statûya Başûrê Kurdistanê ne

Çavdêrê siyasî Hindirîn Şêx Raxib derbarê êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Başûrê Kurdistanê axivî û got:”Êrîş ji bo tunekirina statûya Başûrê Kurdistanê ye.”

Hindirîn Şêx Raxib diyar kir ku nakokiyên di navbera aliyên siyasî de di feydeya dagirkeran de ye, ger hilbijartin were paşxstin wê ziyanê bi xwere bîne û wiha domand:

“Projeya dewleta Tirk ya ji bo zindîkirina Mîsaqî Milî, ji bo welatên Rojhilat Navîn û Gelê Kurd gelek metirsîdare, ji ber ku Tirkiye dixwaze diwarê coxrafî de derkeve derve.

Pêwîste aliyên siyasî ji bo bidestxistina maf û serbixweyiya Gelê Kurd, piştgiriya hev bikin.

Her wiha pêwîste proseyek demokratîk were bicihanîn da ku bi rêya hilbijatina destûr û rewatiya Başûrê Kurdistanê bê dîtin.

Ger hilbijartin pêkneyê, wê destwerdana welatên derve çêbibe.”

Şêx Raxib di dawiya axavtina xwe de anî ziman ku divê PDK û aliyên din yên Başûrê Kurdistanê ji komployên dijmin dûrbikevin, ji ber ku şerê hev kirin, wê ziyanê bide hemû Gelê Kurd.

Back to top button