Nobeta Azadiyê: Ji bo şikandina tecrîdê em ê têkoşîna xwe mezin bikin

‘Nobeta Azadiyê’ ku ji bo misogerkirina azadiya Rêber Apo û bidawîkirina sîstema qirkirinê ya Îmraliyê li bajarê Strasboûrg ê Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de destpê kir, di hefteya 619’an de ye.
Koma ku di hefteya 619’an de Nobeda Azadiyê dewr wergirtiye got:
“Ji bo şikandina tecrîdê û Kurdistana azad em ê çalakiyên xwe xurt bikin.”

Her hefte ji welatekî cuda yê Ewropayê komek çalakiyê dewam dike.

Nobedarên vê hefteyê jî Kurdistaniyên ji bajarê Dûîsbûrgê yê Elmanyayê ne.

Berdevkê komê Mesût Avras bi bîr xist ku li cihekî ku saziyên Ewropayê lê ne 12 sal in ew bênavber di nobedê de ne û got:

“Ewropa qaşo navenda demokrasî û mafên mirovan e, lê mixabin dema ku mijar dibe Kurd, hingî ev mafên mirovan û demokrasî derbas nabin.

Em helwesta Konseya Ewropayê ya li hemberî Rêber Apo û siyaseta gelê Kurd şermezar dikin.

Ji bo şikandina tecrîdê û Kurdistana azad em ê çalakiyên xwe xurt bikin.

Têkoşîna mafdar a gelê Kurd wê bi ser bikeve.”

Back to top button