Daîreya Têkiliyên Derve şandeyên Amerîkî û Ewropî pêşwaz kirin

Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser bi şandeyên Amerikî û Ewropî re civiya
Di civînê de xeteriya çeteyên DAIŞ’ê, êrişên dewleta Tirk li ser herêmê her wiha vegera malbatên DAIŞ’ê nîqaş hatin kirin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo valakirina kampên herêmê ji malbatên çeteyên DAIŞ’ê di nava hewldanên siysî û dîplomasî de ye.

6’ê vê mehê, Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser şandeyên ji Holnda, Finêlnda, Kenedayê tevî berpisa ofîsa Amerîkayê ya girtina çeteyan Taşa Solmon pêşwazîkir.

Şandeyên nava borî li navenda Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser li Qamşlo civiyan.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker û girtina malbatên çeteyan hate nîqaş kiriin

Di civînê de rewşa giştî Sûriyê û bi taybet êrişên dewleta Tirk a dagirker û malbatên çeteyên DAIŞ’ê li Kampa Holê hate nîqaşkirin.

Hevserokê Daireya Têkiliyan Fener Giêt balkişand li ser êriş û gefên dewleta Tirk a dagiker û got:

“Dewleta Tirk bi domdarî êrişî herêmê dike.

Lewma ev yek li pêşiya xilasiya DAIŞ’ê û vegerandina malbastên çeteyan bo welatê wan astenge.”

Giêt diyarkir ku ev gef û êrişên dewleta Tirk a dagirker rê li ber zindîbûna DAIŞ’ê vedike.

Berpisa ofîsa Amerîkayê ya girtina çeteyan Taşa Solmon jî dazanîn ku ew di ferqa vê xeteriyê de ne û got:

“Xeteriya malbatên çeteyên DAIŞ’ê ne tenê li ser herêmê ye li ser tevahî cîhanê ye.

Ji ber vê yekê divê malbatên çeteyên DAIŞ’ê vegerin welatên xwe.”

Her wiha şandeyên Ewropî yên di civîn de j fedakariya gelên herêm bi bîrxistin û diya kirin ku ew ê ji bo çareseriya pirskirêkan hewildan bikin.

Back to top button